Ji Kela Dimdimê
Bilet Seçenekleri
Etkinlik gerçekleşti.
Bilgiler
Ji Kela Dimdimê Tiyatro Oyunu Yaş sınırı: 13+ Berhema şanoyê ya “Ji Kela Dimdimê”bingeha xwe ji romana Erebê Şemo û manzûmeya Feqîyê Teyran digire. Berhem, mijarên evîn û berxwedanê bi kûrahî dihundirîne û bi taybetî li ser çîroka lehengên jin ên bihêz disekine. Lîstik, bi çîroka du ciwanên evîndar ên bi navê Dîlber û Şebab dest pê dike, lê evîna wan ji evîneke takekesî zêdetir berxwedana civakî û çandî tîne ser dikê. Ev berhem ne tenê çîrokeke evînî ye, berhem, her wiha temayên lêgerîna nasnameyê, têkoşîna azadiyê û hêza jinan jî bi kûrahî vedibêje.”Ji Kela Dimdimê” bîra civakî, nasnameya çandî û berxwedanê li ser dikê ji nû ve şêwe dike. Şaneşîn Performans bi vê berhemê temaşevanên xwe ne tenê vedixwîne ku şopa demên berê keşif bikin, di heman demê de wan dawet dike ku li ser nirxên gerdûnî yên îro û pêşerojê bifikirin. Bi premiera xwe ya ku dê di meha Nîsanê (2025) de pêk were, soza ezmûneke bêhempa dide evîndarên şanoyê. Şaneşîn Performans, bi nûvekirina mîrateya çandî ya li ser dikên modern, ne tenê temaşevanên xwe dibe gereke hestî, di heman demê de armanc dike ku hişyariyeke çandî û civakî jî çêbike. Şanoname û Derhêner: Recep içen @icenreceb Dramaturjî: Ümit Aktaş @aktass_umitt Koreografî: Serhat Kural @serhat_kural Muzîk: Wedat Yıldırım @wedoyildirim Dekor: Mahmut Wenda Koyuncu @mahmutwendakoyuncu Afîş: Mehmet Latif Saǧlam @melas__art , Şoreş Demircan @sores_demircan Cil & Berg: Sonbol Shojai @sonbol_shojai Alîkarê Derhêner: Şêrko Janzêm @serojan1 Teknîk: Bekir Arslanhan @bekirarslanhan Lîstikvan: Erdal Açil @erdal_acil, Fatê Saruhan @fatesaruhan , Mahmut Ozarslan , Şêrko Janzêm @serojan1 , Tuǧba Erkek @tugbaaerkk